‘Pêvajoya vegera malbatên Iraqî ji Kampa Holê wê bileztir bibe’
PeyamaKurd – Berdevkê Fermandehiya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan diyar kir ku dê pêvajoya vegera malbatên Iraqî yên li Kampa Holê ya Rojava bileztir bibe. Numan tekez kir ku wê veger bi pişkinînên ewlehiyê bên kirin.
Berdevk Sabah Numan ji Rûdawê re ragihand, di civîna 22ê Çileyê ya bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî de, rewşa malbatên Iraqî yên li Kampa Holê û proseya vegerê bi berfirehî hatine gotûbêjkirin.
Nûman got: "Di demeke nêzîk de wê bêtir malbat karibin vegerin, lê divê pişkinînên ewlekarî li ser her malbatekê bêne kirin."
Nûman anî ziman ku di civînê de di derbarê ewlehiya sînor de biryarên girîng hatin girtin û got, "Bi erêkirina Wezareta Parastinê wê ji bo zêdekirina kontrolên sînor gav bê avêtin."
Hemû Iraqî heta sala 2027ê bên vegerandin
Li gorî Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, zêdetirî 22 hezar jin û zarokên Iraqî ji malbatên endamên DAIŞê li Kampa Holê ya bajarê Hesekê yê Rojava hene.
Di 6ê Hezîrana 2024an de, Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Cehangîr ragihand ku di çarçoveya hevkariya bi Neteweyên Yekbûyî re, wê heta sala 2027an hemû malbatên Iraqî yên li Kampa Holê bên vegerandin û xebat berdewam in di vê çarçoveyê de.