Daxuyaniya Hamasê: Wê li Xezzeyê 'hikûmetek teknokrat' bê avakirin
PeyamaKurd – Hamasê planên avakirina hikûmeteke 'teknokrat' a ji bo birêvebirina Şerîda Xezzeyê ragihand. Wî destnîşan kir ku hikûmeta teknokrat a ku bê avakirin wê bi lihevkirina komên Filistînî bê avakirin.
'Armanca me avakirina hikûmeteke teknokrat e'
Rayedarê Hamasê Basim Naîm piştî agirbestê daxuyanî da. Naîm da zanîn ku armanca wî ew e ku bi lihevkirina komên Filistînî "hikûmeteke teknokrat" ava bikin da ku li Şerîda Xezzeyê birêve bibin.
Naîm diyar kir ku ji bo bidawîkirina parçebûnê hewldan hene û ji bo avakirina hikumeta yekîtiya neteweyî xebatên giran tên kirin û wiha got, "Armanca me ew e ku hikûmeteke teknokrat a ku komên Filistînî ji bo birêvebirina rewşa Xezzeyê li ser li hev dikin, ava bikin."
Naîm derbarê agirbest û pevguhertina girtiyan a di navbera Hamas û Îsraîlê de hat kirin de jî got, "Qonaxa yekemîn qonaxa însanî ye. Di vê qonaxê de wê zarok, jin û extiyar bên berdan."
Hikûmeta teknokrat çi ye?
Hikûmeta Teknokrat wekî celebek hukûmetê tê zanîn ku di rêveberiya dewletê de li ser bingeha pisporî û zanîna zanistî nêzîkatiyek dipejirîne. Di hikûmetên teknokrat de, ji bilî partiyên siyasî pispor di warên xwe de têne tayîn kirin û ev pispor bi gelemperî mirovên xwedî zanyariyên kûr in di warên cihêreng ên wekî aborî, endezyarî, tenduristî û perwerdehiyê de.