Di rojekî weka îro de Komara Kurdistanê li bajarê Mahabadê hat îlankirin

Di rojekî weka îro de Komara Kurdistanê li bajarê Mahabadê hat îlankirin

PeyamaKurd – Ji îro 79 sal berê di 22.01.1947an de, li Rojhilatê Kurdistanê, di rojekî wekî îro de, Komara Kurdistanê li bajarê Mahabadê li meydana Çarçirayê hat îlankirin. Avakirina dewleta Kurdistanê ji aliyê Qazî Muhammed û hevalên wî de hat ragihandin.

Komara Kurdistanê xwediyê 13 wezaretan bû, serokê komarê Qazî Muhammed bû û payîtexta wê bajarê Mahabadê bû. Rêbaza komara Kurdistanê dewletekî serbixwe bû. Ne tenê Kurd lê Azerbeycan jî dewleta xwe îlan kir. Yanî li Îranê 3 dewlet hebûn. Ya Farsan û yên nû ya Kurdistanê û Azerbeycanê.

Komara Kurdistanê bi temamî serbixwe bû û ji aliyê leşkerî de qeweta herî mezin ya Kurdistanê di bin serokatiya Mele Mustafa Barzanî de bû.

Dewlet, wezaretên xwe, artêşa xwe, xwendegehên xwe, rojname û hemû dezge û saziyên xwe avakiribû. Perwerde bi zimanê Kurmancî bû. Sirûda dewleta Kurdistanê ya bi navê “Ey Reqîb” bû. Yekîtiya Sowyetê destekê da komara Kurdistanê lê mixabin piştî 11 mehan, Sowyet hemû desteka xwe ji wê derê kişand.

Sowyet destekê dida Komara Azerbeycanê û payîtexta wan Tebrîz bû. Piştî Sowyet hêzên xwe ji Azerbeycanê û Kurdistanê kişand, Îran û Îngîltere bi temamê hêzên xwe êrîşê birin ser Kurdistanê. Kurd bi wan re şer kirin bi taybetî hêzên Barzaniyan li bajarê Şîno, Nexede, Deşta Mêrgewerê, Bokan û gelek ciyên din ketin nav şerên dijwar.

Artêşa Îranê bi desteka îngîltere di 17.01.1947an de Mahabadê îşxal kirin û Qazî ji ber reva xwe ya ji Kurdistanê qebûl nekiribû, desteser kirin. Di 31ê Adara 1947an de Qazî bi hevalên xwe ve li meydana Çarçirayê dardekirin.

Ti dewletekî dinyayê di nav 11 mehan de dewleta xwe bi dezge û saziyên xwe ve, di wextekî weha kurt de ava nekiriye û mînakên wê di dinyayê de tine.

Mele Mustafa Barzanî bi hêzên xwe û malbatên Barzaniyan û xelkê bi wan re bûn, derbasî aliyê Kurdistana Başûr bûn lê eskerên Iraqê li ser sînor li benda wan bûn û wan desteser kirin.

Mele Mustafa Barzanî bi 506 Pêşmergên xwe ve, di ser başûrê Kurdistanê de derbasî bakûr û paşî derbasî rojhilatê Kurdistanê bûn û ji wir çûn nav axa Yekîtiya Sowyetê welatê Azerbeycanê û heya sala 1958an li Sowyetê ma.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.