Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Siûdî û Alîkarê Serokomarê Îranê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevdîtinên xwe yên di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanê Davosê de di roja sêyemîn de didomîne.
Serokwezîr Barzanî, îro 22yê Çile jî hejmarek hevdîtin bi serok, wezîr û berpirsên welatan re pêk anîn.
Mesrûr Barzanî bi Alîkarê Serokkomarê Îranê ji bo Karûbarên Stratejîk Mihemed Cewad Zerîf ku beriya niha wezîrê derve bû re civiya. Di hevdîtinê de danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û rewşa giştî ya Îraq û deverê û xasma jî ya Sûriyeyê hatin kirin.
Herwiha girîngiya çareserkirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê jî mijarên beşeke din a danûstandinan bûn.
Serokwezîr Barzanî piştre jî li Davosê ligel Wezîrê Bazirganiya Erebistana Siûdî Macîd El Qesebî civiya û di wê hevdîtinê de jî behsa pêwîstiya bihêzkirina pêwendiyên bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de hate kirin.
Di hevdîtinê de herwiha behsa pêwîstiya bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî hate kirin.
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.