350 hezar donim erdên Kurd û Tirkmenan li wan tê vegerandin

350 hezar donim erdên Kurd û Tirkmenan li wan tê vegerandin

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya doh 21ê Çile de bi beşdariya hemû fraksiyonên Kurdistanê û aliyên din ên Iraqê, projeyasaya hilweşandina biryarên serdema rejîma Beas a Iraqê pesend kir. Li gorî yasayê beşek ji pirsgirêkên zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd û Tirkmenên Kerkûkê çareser dibin.

Parlamentoya Iraqê projeyasaya betalkirina biryarên serdema Beasê û vegerandina milkên dagirkirî bo vegerandina xwediyên wan ên resen pesend kir û li gorî wê yasayê, 350 hezar donim erd ji xwediyên wan re têne vegerandin ku yên Kurd û Tirkmenên Kerkûkê ne.

Ji bilî 350 hezar doniman hîn mîlyon donimên din ji zeviyên çandiniyê yên ku li parêzgeha Kerkûkê ku %65 ji erdên dagîrkirî yên welatiyên Kurd û Tirkmen ên parêzgeha Kerkûkê ne, heta niha çareser nebûye.

Serok Barzanî, 21ê Çile li ser civîna Parlamentoya Iraqê û dengdana projeyasaya vegerandina erd û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, peyamek parve kir û got: “Biryara Encûmena Nûnerên Iraqê diselimîne ku, eger dadî berdewam be avedanker e, eger zilm berdewam be wêranker e.”

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdullah jî ragihand, “Piştî 50 salan ji dagirkirinê û 20 salan ji nemana Rejîma Beas, deng li ser pirojeqanûna vegerandina erd û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen hate dayîn.”

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.