Guterres: Iraqê di aramiya herêmê de rolek lîst
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li New Yorkê civiyan û krîza heyî gotûbêj kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê de hat ragihandin ku Wezîr Huseyîn di çarçoveya serdana xwe ya New Yorkê de bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres re hevdîtin kiriye.
Guterres kêfxweşiya xwe ya ji bo serokatiya Iraqê di Koma 77+Çînê de nîşan da û got, wî pesnê rola Iraqê di pêşvebirina geşepêdana berdewam û îmkankirina welatên pêşkeftî ji bo bidestxistina pêşketinan di warên cuda de kir.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hevkariyên Iraq û NY bo derbaskirina kêşeyên hevbeş û bihêzkirina pêgeha Iraqê li qada navdewletî kir.
Wezîr Huseyîn spasiya Guterres kir ji ber hevkariya çêker a ku bi Iraqê re danî û Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) û serkeftinên wê nirxand.
Wezîr Husên ku bi hûrgilî pêşhatên dawî yên navçeyê şirove kir, bal kişand ser nîgeraniyên Iraqê yên di vê qonaxê de û bal kişand ser giringiya dîtina çareseriyên lezgîn ji bo qeyranên heyî bi awayekî ku ewlehî û aramiya navçê zêdetir bike.
Sekreterê Giştî yê NY tekezî li ser wê yekê kir ku Iraq bi taybet di pêşhatên Sûriye, Filistîn û Lubnanê de roleke girîng dilîze û piştevaniya xwe ji hewlên Iraqê bo pêşxistina aramî û geşepêdana navçeyê nîşan da.