Erdogan: Min ji bo PKKê ferman daye hevalên xwe

Erdogan: Min ji bo PKKê ferman daye hevalên xwe

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 15ê Çile di koma partiya xwe ya parlamentoyê de gotarek pêşkeş kir û li ser proseya ku piştî daxuyaniyên Serokê MHPê Devlet Bahçelî li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin daxuyanî dan.

Erdogan got ku wî ferman daye hevalên xwe da ku xebatên hilweşandina PKKê bi baldarî were meşandin û diyar kir, “Niha tengasiya herî mezin YPGya rêxistina terorê ye.”

Erdogan derbarê Sûriyeyê de da zanîn, “Ji bo ku careke din Sûriye rabe ser pêyan em bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê û welatên Ereban re di nav hevahengiyê de ne.”

Erdogan li ser pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê jî got: "Me ferman da hevalên xwe ku xebatên hilweşandina rêxistina cudaxwaz bi baldarî û piralî bimeşînin. Em wekî 85 milyon kesan dixwazin çekê ji navberê rakin, dîwarê terorê biruxînin û hevdu bi hêz hembêz bikin. Armanca me rakirina bariyera terorê û bilindkirina hiqûqa biratiyê ye. Ji bo vê armancê pêşketineke girîng jî çêbû. Roj ev roj e, roja biratiyê ye. Roj roja vekirina deriyê aramiyê ye. Roj ew roj e ku em li hemû erdnîgariya xwe aştî, îstiqrar û ewlehiyê serdest bikin."

‘Garantîya ewlehiya Kurdên Sûriyeyê em in’

Erdogan îdia kir ku li Sûriyê ew garantiya ewlehiya Kurdan in û wiha axivî:

“Li Sûriyeyê niha pirsgirêka herî cidî rêxistina terorê YPGyê ye ku bêje hema ji 3yan yekê axa Sûriyeyê dagir kiriye. Rêxistina terorê ya ku dest daniye ser çavkaniyên xwezayî yên Sûriyeyê eger çekan daneyne û xwe fesix neke dê nikaribe ji çarenivîsa çaverêkirî ya nêzîk dibe birêve. Em li Sûriyeyê wekî hemû aliyên din, çareserkirina pirsgirêkên birayên xwe yên Kurd jî dişopînin, piştgiriyê dikin û em garantiya ewlehiya Kurdan in. Eger em werin ser projeyên hincetê yên wekî DAIŞê, êdî ji wan nayê bawerkirin. Eger li herêmê û Sûriyeyê bi rastî ji gefa DAIŞê ditirsin, hêza herî mezin ku dikare vê mijarê çareser bike Tirkiye ye. Bila hemû kes destê xwe ji herêmê bikişîne û em dê bi birayên xwe yên Sûriyeyê re di demeke kurt de DAIŞê, YPGyê û rêxistinên terorîst ên din jî tune bikin.”

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.