Li Edeneyê polîsekî Tirkiyeyê ji malbata xwe 5 kes kuştin
PeyamaKurd – Li Edeneyê di malekê de cenazeyên Yusuf Tehci yê 64 salî, hevjîna wî Husne ya 61 salî û xwişka wî Semîha Tehci ya 53 salî ku qirika wan hatibû birrîn, bê can hatin dîtin.
Ekîbên polîsan û yên tendirustiyê hatin hundirê malê, cenazeyên Yusuf Tekî, hevjîna wî Husne û xwişka wî Semîha Tehci dîtin ku qirika wan hatibû birrîn
Zavayê wan polis ê li Mêrsînê peywirdar Mehmet Tehçî bûyer pêk aniye
Hat îdiakirin zavayê wan ê polîs ê li Mêrsînê peywirdar pêk aniye. Wî bi dû re bûrayê xwe yê dersdar Îsmaîl Tehçî ji mekteba wî bir û ew jî li taxa Kabasakalê û qetil kir.
Ew polîs piştre çû navçeya Tarsûsa Mêrsînê û hevsera xwe Ferdane Tehçî bi kêrê qetil kir.
Hat diyarkirin ew polîs bi dû re li ser riya Osmaniyeyê hatiye girtin û cenazeye her 5 qurbaniyan jî rakirine Saziya Tiba Edlî.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.