Hemasê pêşnûmeya agirbestê qebûl kir: Dibe ku sibe bê îmzekirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama hevdîtinên paytexta Qeter Dohayê de, aliyê Îsraîl û Hemasê li ser pêşnûmeya agirbesta Xezeyê û pevguhertina dîlan gihîştine rêkeftinê.
Li gorî ragihandina medya Îsraîlê Hemasê, pêşnûmeya agirbestê ya ku pevguhertina dîlan de dihewîne pejirandiye.
Çavkaniyeke Filîstînî ragihandiye ku di hevdîtinên Qeterê de pêşketin çêbûye û muhtemel e agirbest sibe 16ê Çileyê 2025an were îmzekirin.
Li gorî çavkaniyê hema hema li ser hemû mijaran herdu aliyan li hev kiriye.
Dîsa du çavkaniyên nêzî Hemasê jî ji medyayê re ragihandine ku Hemasê pêşnûmeya agirbestê bi erênî pêşwazî kiriye.
Li aliyê din Serokwezîrtiya Îsraîlê jî daye xuyakirin ku hîn ji Hemasê bersiva bo îmzekirina agirbestê nehatiye.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.