Hakan Fidan bi wezîrê karên derve yê Sûriyê bi Esad Hasan Şeybani re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan bi wezîrê karên derve yê Sûriyê bi Esad Hasan Şeybani re li Ankara hevdîtin kir. Di nav heyetan de rayedarên girîng yên leşkerî û îstîxbatên her dû dewletan hebûn. Wezareta karên derve ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî weha ragihand:
“Wezîrê me Hakan Fidan li Ankara bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybani re hevdîtin kir. Li wezareta me, wezîrên her dû dewletan, wezîrê bergiriyê Yaşar Güler, serokê MİTê İbrahim Kalın, wezîrê bergiriya Sûriyê yê nûh Murhef Ebu Kasra û serokê îstîxbarata Sûriyê Enes Hattab jî hebûn.”
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.