Lavrov û wezîrê Erebistanê yê karên derve di rêya telefonê de rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Lavrov û wezîrê Erebistanê yê karên derve di rêya telefonê de rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di rêya telefonê de bi wezîrê karên derve yê Erebistana Saûdiyê, bi Faysal bin Ferhan re li ser rewşa Sûriyê axifîn. Wezareta karên derve ya Rûsyayê li ser naveroka axaftina her dû wezîran bi nivîskî ragihand:

“Em dixwazin temamê terefên siyasî yên dixwazin teredarên hembêzkirina pêkhateyên etnîkî, hêzên dînî, desthilata welat, serxwebûn, yekîtî û yekîtiya axa Sûriyê ne, bi hevre diyalogê deynin. Di axaftinê de her weha behsa têkiliyê navbera Rûsya û Erebistanê ya duqolî hat kirin.”

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.