DYA di seha fînans, bergiriyê û enerjiyê de givaşan danî ser Rûsyayê

DYA di seha fînans, bergiriyê û enerjiyê de givaşan danî ser Rûsyayê

PeyamaKurd – DYA givaşên nûh yên ku danî ser Rûsyayê ragihand. Givaş wê derbê li fînans, bergirî û enerjiya Rûsyayê bixe. Ragihandin ji aliyê wezareta xezînê ya DYAyê de hat kirin ku di nav hedefên wan de 100 cîh hene.

Di daxwuyaniya wezareta xezînê ya DYAyê de; hat gotin ku Rûsya û Çîn ji bo givaşên ser Rûsyayê îhlal bike, di navbera xwe de planekî çêkirine. Ji ber wê, DYA givaşê danî ser 6 dezgeyên Rûsyayê û kesekî Rûsyayê. Li Çînê jî 9 dezgeyan xistiye nav lîsta givaşan.

Di nav lîstê de banka fînansê ya Kirgizîstanê ya bi navê Keremet Bank heye. Di hedefa DYA de dezge û kes hene ku bi kes an dezgeyên din re dixebitin û dibe ku givaşan deynin ser wan jî.

Wezareta karên derve ya DYAyê givaşan daniye ser şîrketên sanayiya bergiriyê û yên ku destekê didin sanayiya bergirya Rûsyayê ku di nav wan de 150 şîrket hene.

Cîgirê wezîrê xezînê yê DYAyê Wally Adeyemo,di daxwuyaniya xwe de got ku givaşên îro danîne ser Rûsyayê, ji ber Rûsya dixwaze givaşan îhlal bike û ji bo şerê bi Ûkrayna re bimeşîne, pêdiviya Rûsya bi destxistin û hilberîna alavên leşkerî hene û DYA dixwaze ber li van hewlên Rûsyayê bigre.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.