Joe Biden: Îsraîlê bi xêra me agirbesê qebûl kir
PeyamaKurd – Piştî peymana agirbesê ya navbera Hamasê û Îsraîlê serokê DYAyê Joe Biden li hemberê çapemeniyê axifî û got:
“ Îsraîlê bi xêra me agirbesê qebûl kir. Bi taybetî wê zarok, ciwan û jin serbest bên berdan. Wê penaberên Xezayê karibin dagerin malên xwe. Wê alîkariya mirovî here Xezayê. Mirov dikare bêje ji bo şer biqede, agirbes pêvgava yekeme.”
Biden, li ser xalên peymanê got ku bi agirbesê re wê temamê hêzên Îsraîlê ji jîngehên Xezayê vekişin, dîlên di destê Hamasê de dê serbest bên berdan. Wê bi serbestberdana dîlên Îsraîlê re, Îsraîl bi sedan Fîlîstîniyên di destê xwe de ye serbest berde.
Li gor peymana navbera Hamsê û Îsraîlê; wê agirbes di 19ê mehê de destpêbike û ji bo her rojekî agirbesê bikin ku 600 TIR alîkarî here Xezayê.
Wê Hamas temamê jinan, zarok û kesên di ser 50 salî de serbest berde û 33 dîlên Îsraîlê yên di destê Hamasê û rêxistinên din yên Fîlîstînê de, wê di nav 6 hefteyan de serbest berde.
Wê Îsraîl ji bo her rehîneyekî xwe 30 esîrên Hamasê serbest berde, ji bo serbestberdana her jinekî Îsraîlê wê 50 Fîlîstîniyan serbest berde û Îsraîl wê temamê ciwanên di bin 19 salî de berde.
Asta duyem ya peymanê, wê di roja 16em ya peymanê de destpêbike. Wê Îsraîl sibê peymanê bixe ber dengdanê an ku roja Pêncşemê.
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.