Sirri Sureyya Onder dîroka serlêdana civîna duyemîn a li Îmraliyê diyar kir
PeyamaKurd – Piştî ku Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got, DEMê heta niha daxwaza civîna duyemîn a Îmraliyê nekiriye, parlamenterê Partiya DEMê Sirri Sureyya Onder got, “Em ê demeke herî zû, ji bo hefteya bê serlêdanê bikin.”
Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Tunç, îro, berî civîna AK Partiyê pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de bersivandin.
Wezîr Tunç li ser hevdîtina duyemîn a Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re axivî.
Tunç, diyar kir ku hêj daxwaza hevdîtinê tune ye û got, “Eger daxwaz bê kirin em ê binirxînin.”
Piştî daxuyaniya Yilmaz Tunç, parlamenterê Partiya DEMê Sirri Sureyya Onder jî got, “Em ê demeke herî nêz, hefteya pêş serêdanê bikin.”
Her weha, bendewarî ew e ku heyeta Îmraliyê dê têkildarî hevdîtinên xwe (17.01.2025) daxuyaniyekê bide. Heyet dê daxuyaniyeke nivîskî biweşîne der barê naveroka wan nîqaş û lêkolînan de ku heta niha hatine kirin.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.