Nêçîrvan Barzanî û Victoria Taylor çend mijarên girîng ên herêmî gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Victoria Taylor çend mijarên girîng ên herêmî gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya karûbarên Rojhilata Navîn Victoria Taylor, îro 15ê Çile li Hewlêrê civiyan. Di civînê de, çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gor destûr û yasa û rêkeftinan hate gotûbêjkirin.

Piştî civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku pêwendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de, herwiha li ser guhertin û pêşketinên li Sûriyê danûstandina bîr û ramanan hate kirin.

Her du alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gor destûr, yasa û rêkeftinan hevnêrîn bûn û tekezî li ser parastina aramî û seqamgîriya herêmê û beşdar nebûna Iraqê di alozî û pevçûnên Rojhilata Navîn de kirin.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.