Li derdora Bendava Tişrînê bombebaran: Kesek hate kuştin 4 jî birîndar bûn

Li derdora Bendava Tişrînê bombebaran: Kesek hate kuştin 4 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 15ê Çile artêşa Tirkiyê û çekdaran karwana xelkê sivîl ê ku ber bi Bendava Tişrînê ve diçû bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, di encama êrîşê de welatiyek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, xelkê sivîl ji bo protestokirina êrîşên ser Bendava Tişrînê ev demek e nobetê digire ku beriya niha jî rastî êrîşê hatibûn. Di êrîşa 8ê mehê de jî 3 kesan can dabû û 15 jî birîndar bûbûn.

 

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.