Hûsiyên Yemenê êrîşî Îsraîlê kirin
PeyamaKurd – Berdevkê leşkerî yê Hûsiyên Yemenê Yahya Serî ragihand ku wan êrîşî herêma Jaffa ya Tel Avîva paytexta Îsraîlê û bajarê Eîlatê kirine.
Berdevk Serî di daxuyaniya xwe ya ku li ser kanala televizyona "El-Masira" ya ku xwediyê Hûsiyan e, der barê êrîşê de agahî da.
Berdevk Serî got ku wan "du operasyonên leşkerî yên serkeftî" bi hejmareke zêde ya balafirên bêmirov ên çekdar (SIHA) pêk anîn, û destnîşan kir ku di operasyonan de herêma Jaffa ya nêzî Tel Avîvê û santrala elektrîkê ya li başûrê bajarê Eilatê kirin armanc.
Berdevkê Serî diyar kir ku her du operasyon gihîştine armancên xwe.
Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê, ji 31ê Cotmeha 2023an ve, wek berteka li hember êrişên Îsraîlê li ser Xezzeyê, dest danîne ser gemiyên bazirganî yên li peravên Yemenê, ku bi gotina wan aîdê kompaniyên Îsraîlê ne, û bi balafirên bêmirov û moşekan êrişî hinek ji wan kirine.
Herwiha Hûsiyan di serî de bi balafirên keşfê êrîşên cur bi cur li ser herêmên cuda yên Îsraîlê pêk tînin.