Di navbera Ermenistanê û DYAyê de peymana ortaxiya stratejîk hat îmzakirin

Di navbera Ermenistanê û DYAyê de peymana ortaxiya stratejîk hat îmzakirin

PeyamaKurd – Ermenistan û DYA di seha bergiriyê û aboriyê de, ji bo têkiliyên xwe xwurt bikin paymana ‘Komîsyona Ortaxiya Stratejîk’ îmza kirin. Wezîrên karên derve yên her dû dewletan, li Washingtonê di merasimê de hatin cem hev.

Wezîrê karên derve yên DYAyê Antony Blinken û wezîrê karên derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan tevlî merasima îmzayê bûn. Blinken, ragihand ku divê di navbera her dû dewletan de, di seha berevaniyê, ewlehiyê, aborî û enerjiyê de hevkariya xwe zêdetir bikin. Blinken weha dewam kir:

“Ev peyman di têkiliyên navbera Ermenistanê û DYAyê de gelek girînge. Bi vê îmzayê, em bi Ermenistanê re ‘Komisyona Ortaxiya Stratejîk’ ava dikin. Wê komîsyon ji aboriyê heya ewlehiyê çarçoveyekî peşkeşi me bike. Em ê bi Ermenistanê re ji bo bikaranîna enerjiya nuklerî ya aştiyane de hevkariyê bikin. Ermenistan dixwaze tevî koalisyona li hemberê DEAŞê jî bibe.”

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê Mirzoyan got ku têkiliyên navbera her dû dewletan ji bo aştiya herêmê gelek girînge û weha dewam kir:

“Em desteka DYAyê ya Kafkasya Başûr ya mayînde ya aşitiyane bi qedir dinirxînin. Kafkasya Başûr ya bi îstîqrar û bi refah, wê di berjewendiya temamê aktorên herêmê û civaka navdewletî de be. Ermenistan girêdayîna xwe ya rojeva aştiyê û bicîhanîna wê, dide dewamkirin.”

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.