Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kanadayê yê li Iraqê kir
PeyamaKurd – Îro sêşemiyê (14.01.2025) li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Kanadayê yê li Iraqê Christopher Beam kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Kanadayê yê li Iraqê ragihand ku welatê wî giringiyê dide peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê û dê berdewam be li ser berfirehtirkirin û bipêşxistina wan peywendiyan. Balyozê Kanadayê yê li Iraqê her weha pîrozbahî li Serok Barzanî kir ji bo serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê yên cotmeha 2024an ku di atmosfereke aram û bi beşdariya berfireh a xelkê bi rê ve çû û weke pêvajoyeke nimûneyî wesif kir.
Serok Barzanî jî spasiya Hikûmeta Kanadayê kir ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye û tekezî li ser berfirekirina peywendiyên dualî kir.
Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal, rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê û Sûriyê û metirsiyên terorîstan mijareke din a hevdîtinê bûn.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.