HSD: 28 çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve hatin kuştin
PeyamaKurd – HSDyê amara nû ya şerê li dijî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê yên li navçeyên başûrê Minbic û derdora Pira Qereqozakê belav kir û ragihand, di 24 demjimêrên bihûrî de 28 çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve kuştine û têkilya wan bi 3 endamên wê re qut bûye.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de diyar kir, êrişên Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê berdewam in, lê hêzên wan bersiva êrîşan didin û gelek derbe li komên çekdar dane.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, li navçeyên başûrrojhilatê Minbicê, hêzên wan bersiva êrîşên komên çekdar dane û di encamê de 23 çekar hatinê kuştin û 24 jî birîndar bûnê.
Her weha HSDyê da diyarkirin, 5 panzêr û 2 otombîlên leşkerî ji aliyê hêzên wan ve hatine rûxandin.
Derbarê eniya Pira Qereqozakê de jî, HSDyê ragihand, di encama bersivdayîna êrişan de li gundê Qebir Îmo û Girê Siryatêlê pênc çekdar hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn û di heman demê de droneke Tirkiyê jî hate rûxandin.
HSDyê diyar kir, di 24 demjimêrên bihurî de 4 endamên wê birîndar bûne û têkiliya wan bi 3 şervanan re qut bûye.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.