Erebistana Siûdî: Em ê ûranyûmê bimeyînin û bifiroşin

Erebistana Siûdî: Em ê ûranyûmê bimeyînin û bifiroşin

PeyamaKurd- Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî Ebdulezîz Bin Selman, ragihand ku ew dixwazin ji bo bidestxistina dahata aborî ji hemû madenan, ûranyûmê bimeyînin û bifiroşin.

Bin Selman, ev daxuyanî di konferanseke li bajarê Dehranê da û daxwaza welatê xwe ya meyandina ûranyûmê anî ziman.

Hêjayî gotinê ye, Erebistana Siûdî xwedî bernameyeke atomî ya nûjen e ku dixwaze berfireh bike û ûranyûmê jî bimeyîne. Ew jî pirsgirêkek dijwar e, ji ber ku pêvajoya meyandinê ji bo çêkirina çekên atomî girîng e.

Riyad dibêje ku ew dixwaze enerjiya atomî ji bo cûrbecûrkirina çavkaniyên xwe yên enerjiyê bikar bîne.

Siûdiyê sînorek ji bo armancên xwe yên atomî diyar nekiriye, lê Mihemed bin Selman di sala 2018an de gotibû, ger Îran çekên atomî çêke ew ê jî çêkin.

Sala borî jî Erebistana Siûdî planek ragihandibû ku çavdêriya sînorkirî ya IAEA li ser saziyên xwe yên atomî rake û ber bi pêkanîna tam ya peymana parastinê ve heta dawiya sala 2024an biçe.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.