Wezîrê Îstîxbarata Îranê: Di şerê dawî de îstîxbarata 50 welatan alîkarî da Îsraîlê

PeyamaKurd – Wezîrê Îstîxbarata Îranê, Îsmaîl Xetîb, îdîa kir ku di dema şerê 12 rojî yê dawî de, zêdetirî 50 ajansên îstîxbaratê yên navneteweyî piştgirî dane Îsraîlê. Xetîb ev daxuyanî di civîneke li parêzgeha Çahar Mahal û Bextiyarî de da û diyar kir ku Îsraîlê bi piştgiriya welatên rojava û bi karanîna teknolojiyên herî pêşketî êrîşeke leşkerî pêk aniye.
Li gorî Xetîb, armanca sereke ya Îsraîlê "hilweşandina rejîmê û jinavbirina welat" bûye û ev yek weke "şerekî hîbrîd" bi nav kir. Wezîrê îstîxbaratê herwiha Îsraîl bi plansaziyeke berfireh a bêîstîqrarkirina Îranê tawanbar kir û got, "Hemû terorîstên ku ji Sûriye û Afganistanê hatine berdan, ji bo ne aramkirina Îranê têne şandin."
Xetîb di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniya Amerîkayê ji bo Îsraîlê û got, "Amerîka ne tenê alîkariya çekan dike, lê di heman demê de piştgiriya civaka navneteweyî jî peyda dike û hewl dide ku rê li ber berteka raya giştî ya cîhanê li hember van sûc û komkujiyan bigire."
Wezîrê Îranî destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên NATO û piştgiriya îstîxbaratî ya berfireh, gelê Îranê li hemberî "rejîma Siyonîst û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serkeftinek mezin bi dest xistiye."
Di dawiya axaftina xwe de, Xetîb amaje bi lûtkeya aştiyê ya li Misrê kir û hewlên Amerîkayê yên ji bo "zêdekirina Îranofobiyê" û "dûrkirina welatên herêmê ji Îranê" bi rêya Peymana Îbrahîm şermezar kir. Wî herwiha tekez kir ku ew bi bangewaziyên Amerîkayê yên ji bo danûstandinan bawer nakin.
Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.




