Wezîrên Darayî û Plankirinê yên Iraqê bo Parmanetoyê hatin bangkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Darayî yê Iraqê Tayf Samî, Wezîrê Plankirinê Mihemed Temîm û Serokê Banka Navendî Elî Alak hatine gazîkirin bo Parlamentoyê.
Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Xelîl Gazî roja Yekşemê, 7ê Îlona 2025an ji K24ê re got ku Tayf Samî, Mihemed Temîm û Elî Alak vê hefteyê ji bo civîna Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hatine gazîkirin.
Derengketina hefteyekê ya di dayîna teqawidên Iraqî de vê mehê bû sedema nerazîbûneke berfireh.
Wezareta Darayî ya Iraqê diyar kir ku derengketina dayîna teqawidên ji ber pirsgirêkên teknîkî û veguhestina pereyan di nav wezaretê de ye û ne girêdayî kêmbûna pereyan e.
Wezaretê diyar kir ku tîmên teknîkî yên têkildar bi hevahengî bi bankayan re bi berdewamî dixebitin û dayîna pereyan wê di zûtirîn demê de ji nû ve dest pê bike. Herwiha destnîşan kir ku pergalên dayîna pereyan wê werin baştirkirin û hevahengî bi saziyên darayî re wê were xurtkirin da ku pêşî li derengketina dayîna mûçeyan di mehên pêş de were girtin.





