Wezîr Hakan Fidan wê tevlî civîna Rûsya-Ûkrayna bibe

Wezîr Hakan Fidan wê tevlî civîna Rûsya-Ûkrayna bibe

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiye Hakan Fidan di 2yê Adara 2025an de, li ser navê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan tevlî konferansa ku mijara wê Ûkraynaye û li Londrayê tê lidarxistin, dibe.

Hakan Fidan di 24ê Sibatê de her weha bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê bi Sergey Lavrov re li Ankara civiyabû

Civîna li Londrayê ya ku mijara wê dê Ûkrayna be, dikeve piştî munaqeşa li Koşka Sipî ya navbera Zelenskiy û Trump de. Ewrûpa piştî vê niqaşê wê di mijara Ûkrayna de çawa tevbigere, dixwaze fikr û ramanan bistîne da karibe rêyekî deyne ber xwe.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.