YE bi cezayên tund li dijî Rûsyayê radibe: Îthalata gaza şil hatiye qedexekirin

YE bi cezayên tund li dijî Rûsyayê radibe: Îthalata gaza şil hatiye qedexekirin

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) pakêteke nû ya cezayan li dijî Rûsyayê pesend kir, ku bi taybetî fîloya petrolê ya veşartî ya Moskoyê dike hedef, îtxalata gaza xwezayî ya şilekirî (LNG) qedexe dike, û rê li ber bikaranîna mal û milkên cemidî yên Rûsyayê ji bo piştevaniya Ûkraynayê vedike.

Daxuyaniya li ser cezayên nû ji aliyê Serokatiya Demkî ya Danîmarkayê ya Yekîtiya Ewropayê ve hat dayîn. Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê, Lars Lokke Rasmussen, beriya Lûtkeya Rêberên YE ya li Brukselê ev pêngav weke "rojeke baş ji bo Ewropa û Ûkraynayê" bi nav kir û destnîşan kir ku dê tedbîrên nû sektora petrol û gazê, fîloya veşartî û beşa darayî ya Rûsyayê bike hedef. Ev biryar, rojek piştî ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump jî cezayên nû li dijî pîşesaziya petrolê ya Rûsyayê ragihand, hat. Armanca Washingtonê ew e ku zextê li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bike da ku ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê vegere ser maseya danûstandinan.

Rêberên Yekîtiya Ewropayê îro li Brukselê ji bo civîneke bilind kom dibin. Mijarên sereke yên lûtkeyê pesendkirina fermî ya vê pakêta cezayan û pêşxistina planên ji bo bikaranîna sermiyanên cemidî yên Rûsyayê ne, ku dê herî kêm ji bo du salan piştgiriyê bide Ûkraynayê. Tê payîn ku Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky jî beşdarî lûtkeyê bibe û careke din banga agirbestê bike ji bo bidawîanîna şerê ku nêzîkî çar sal in berdewam e.

Serokê Konseya YEyê, Antonio Costa, di nameya xwe ya vexwendinê de ji bo rêberan tekez kir ku "Piştgiriya ji bo Ûkraynayê û zexta li ser Rûsyayê du şertên bingehîn in ji bo bidestxistina aştiyeke dadmend û mayînde." Ev lûtke di demekê de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtineke plankirî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re taloq kiriye. Her wiha, rêberên YEyê dê li ser plana aştiyê ya Trump a ji bo Xezzeyê û rola ku Yekîtî dikare di vê pêvajoyê de bilîze, nîqaşan bikin.

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.