Zelenskyy: "Trump di civîna Alaskayê de tiştê ku Putin dixwest da wî"

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li Alaskayê di 15ê Tebaxê de "tiştê ku serokê Rûsyayê dixwest da wî".
Zelenskyy di bernameya "This Week" a ABC News de behsa civîna di navbera Trump û Putin de li Anchorage, Alaskayê kir.
Zelenskyy diyar kir ku "xemgîn" e ku Ukrayna di civînê de cih negirtiye û got, "Ez difikirim ku Serok Trump tiştê ku Putin dixwest da wî."
Zelenskyy diyar kir ku Putin nexwestiye bi wî re hevdîtinê bike lê girîngiyeke mezin daye civîna bi Trump re û got, "Putin pir dixwaze vîdyo û wêneyên hebûna xwe nîşanî her kesî bide."
Zelenskyy got, "Putin pir dixwest bi Trump re hevdîtinê bike û ew bi dest xist. Û ev pir xemgîn e."





