Agir bi kampa penaberan a li Zaxoyê ket: 3 kon şewitîn

PeyamamKurd– Îro serê sibê li Kampa Bersive ya di nav sînorên Zaxoyê de şewat derket, di encamê de sê konên penaberan bi temamî şewitîn. Xweşbextane di bûyerê de ti ziyaneke canî çênebû, lê zirareke mezin a madî gihişt malbatên penaber.
Rêveberê Parastina Sivîl a Zaxoyê, Muqedem Cemal Hesen, ji Rûdawê re ragihand ku şewat derdora saet 07:20ê sibê dest pê kiriye. Hesen got, "Piştî agahdarkirinê, tîmên me yekser gihîştin cihê bûyerê û dest bi hewldanên vemirandinê kirin."
Bi saya midaxeleya bilez a tîmên agirkujiyê, agir hat kontrolkirin û nehiştin ku belavî konên din ên kampê bibe. Kampa Bersive bi giranî penaberên ji Şingalê lê dimînin.
Derbarê sedema derketina şewatê de, Muqedem Cemal Hesen diyar kir ku lêkolîn berdewam dikin. Lê li gorî texmînên destpêkê, tê bawerkirin ku şewat ji ber şorteke elektrîkê derketibe. Hat ragihandin ku zirareke madî gihiştiye malbatên ku konên wan şewitîne.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




