Antî Terora Kurdistanê: IHA ya bombe barkirî xwest li kampekî Hewlêrê bixe

Antî Terora Kurdistanê: IHA ya bombe barkirî xwest li kampekî Hewlêrê bixe

PeyamaKurd - Beşa Antî Terora Kurdistanê ragihand ku IHA ya bombe barkirî xwest li kampekî penaberan ya li Hewlêrê bixe lê hedefa xwe şaş kir û li erdeki vala ket.

Kampa ku bi İHAyê kirin armanc, kampa penaberên Kurd ên Rojhilate. Li gor daxwuyaniya Antî Terora Kurdistanê:

“Îro seet di 17.40an de, İHAyekî bombe barkirî di nav sînorê Erbîlê de, li devera Çiyayê Korekê, kampa ku Kurdên Rojhilat lê dimînin, kir armanc. Di encamê de ji ber drone hedefa xwe şaş kir, li erdeki vala ket û di êrîşê de zerara maddî û canî çênebû.”

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.