Kurdî li Googleyê wek zimanê duyem ê Tirkiye û Sûriyê hate zêdekirin
PeyamaKurd – Platforma werger û bicihkirina zimanê Kurdî li ser sepanên înternetê Kurdish Crowdsource ragihand ku piştî li Tirkiyê wekî zimanê duyem Kurdî hatiye zêdekirin, google, êdî kurdî (kurmancî) wekî zimanekî li Sûriyeyê tê axaftin qebûl dike.
Li ser hesabê Xê yê koma Kurdish Crowdsource hate gotin, “Google, êdî kurdî (kurmancî) wekî zimanekî li Sûriyeyê jî tê axaftin qebûl dike. Xebatên me yên lêzêdekirina binşaxa "ku_SY" bi encam bûn, li ser xêrê be.”
Li ser pirsên, ‘Çima Kurdî li gorî welatan tê dabeşkirin û bi tenê eyareke kurdî tune ye?’ Kurdish Crowdsource ev bersiv da: “Jixwe ku_SY û ku_TR heman zarava ye, yanî kurmancî ye, li gorî standardan navnetewî zimanekî ku li gelek waletan tên axaftin divê li gorî vê formê bin. koda ziman_WELAT yanî her tişt xwediyê standardekê ye; mînak em bibêjin kesek li ser Youtubeê bi kurdî reklamekê bide, ji bo ku ew reklam ji kurdan re bê nîşandan divê ew ziman xwedî kodeke welêt bî, ji ber vê yekê hem ji bo bazarê hem jî ji bo nebûna tevliheviyan ev standard hene.”
Google, êdî kurdî (kurmancî) wekî zimanekî li Sûriyeyê jî tê axaftin qebûl dike.
— Kurdish Crowdsource (@crowdsourckurdi) January 22, 2025
Xebatên me yên lêzêdekirina binşaxa "ku_SY" bi encam bûn, li ser xêrê be.#Kurdish pic.twitter.com/5HDs8Cftov
Herwiha li ser pirsa çima Kurdî li koda Iraqê jî nehatiya zêdekirin Kurdish Crowdsource ev ravekirin kir: “Ji ber ku kurmanciya li Dewleta Iraqê tê axaftin bi alfabeya erebî tê nivîsindin divê kodeke cuda wekî ku_Arab_IQ bê lêzêdekirin, ev pêgaveke din e. Lê di ajandaya me de ye, spas ji bo baldariyê.”
Ev nivîs 201 car hatiye xwendin.