Yekîtiya Ewrûpayê givaşên nûh datîne ser Rûsyayê

Yekîtiya Ewrûpayê givaşên nûh datîne ser Rûsyayê

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê givaşên ser Rûsyayê her diçe firehtir dike. YEyê ragihand ku paketa 16em ya givaşan amade kiriye. Paketa nûh ji bo karibin ber li têkiliyên Rûsyayê yên navdewletî bigrin.

Nûnerê taybet yê givaşên navdeweletî yê YEyê David O’Sullivan, li ser paketê ragihand ku Rûsya berpirsiyariya xwe ya navdewletî îhlal dike û ji ber wê givaşên nûh datînin ser Rûsyayê û mecbûr mane.

O’Sullivan, di brîfînga xwe de got ku bi rayedarên Kazakistanê re gelek pêşdeçûnan kirine lê niyeta wan tine ku têkiliyên rewa yên bi Rûsya re, ber li wan bigrin. O’Sullivan got:

“Em behsa hilberînên ku li YE û welatên G7an dikin ku ew berhem di lîsta givaşan de ne û di ser Kazakistanê de îxracê Rûsyayê dikin. Di vê çarçovê de em bi hevkariya bi rayedarên Kazakistanê re memnûn in.”

O’Sullivan her weha got ku paketa 16em ya givaşên ser Rûsyayê amade kirine.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.