Fransa, şandina leşkeran ya Gronlandê red kir
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fransayê, li ser daxwaza serokê DYAyê ya Trump ku dixwaze Gronland bi DYA ve bê girêdan an bibe malê Amerîkayê, qebûl nekir ku leşkerên xwe bişîne Gronlandê.
Berdevkê wezareta karên derve yê fransayê Christophe Lemoine, di civîna heftane ya çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got:
“Serokê DYAyê Trump ji gotinên xwe gav paşde navêt. Fransa dikare ji bo Danîmarkayê destek bide û leşker bişîne Gronlandê? Na. Li Ewrûpayê destnedana sînor û desthilata dewletan esase.
Şandina leşkeran ya Gronlandê nabe. Em dixwazin bibîr bixin ku desthilat û sînorên dewletan, divê rêz li wan bên girtin.”
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.