ESA: Asteroida ku îhtîmal e ku li dinyayê biqelibe hat dîtin!

ESA: Asteroida ku îhtîmal e ku li dinyayê biqelibe hat dîtin!

PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ragihand ku asteroîdeke ku nû hatiye keşfkirin ku mezinahiya wê 100 metre li 40 metre ye, dikare li dinyayê biqelibe.

Di daxuyaniya ku ji teref ESA ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku asteroîda bi navê 2024 YR4 ji sedî yek îhtîmal e ku rasterast bi dinyê re li hev bikeve û ji ber vê lihevketinê dibe ku herêmeke herêmî bi giranî zerarê bibîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku asteroîda ku niha 27 milyon kîlometre dûrî wê ye, wê di 22yê Kanûna 2032yan de ji dora dinyayê derbas bibe, lê bi îhtimaleke mezin ew ê ji nêz ve derbas bibe û asteroîd ji dûrahiya çend hezar kîlometreyî derbas bibe.

Ger metirsiya lihevketinê were piştrastkirin, wê pêşniyarên fermî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re werin şandin û li ser vebijarkên bersivdayînê yên li ser keştiyên fezayê wê xebat bêne destpêkirin.

 
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.