Trump li ser "Sûriyeyê" daxuyanî da

Trump li ser "Sûriyeyê" daxuyanî da

PeyamaKurd – Derbarê vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Em ê li ser Sûriyê biryarê bidin. Ne hewce ye ku em tevlî wir bibin."

Donald Trump piştî merasima îmzeyê ya li Qesra Spî bersiva pirsên endamên çapemeniyê yên derbarê mijarên heyî da.

Di medyaya Îsraîlî de nûçe hene ku dibêjin Amerîka wê leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne. Trump di bersiva pirsê de got:

“Min negot em ê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin. Nizanim kê ev gotiye, lê em ê li ser Sûriyê biryarê bidin. Em destwerdana Sûriyê nakin. Pirsgirêkên Sûriyê hene. Jixwe têra xwe tevlihevî li der heye. Ne hewce ye ku em tevlî wir bibin."

 
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.