CENTCOM: Berpirsekî pilebilind ê rêxistina Hurasedînê li Sûriyeyê hat kuştin

CENTCOM: Berpirsekî pilebilind ê rêxistina Hurasedînê li Sûriyeyê hat kuştin

Hêzên CENTCOMê berpirsekî pilebilind ê rêxistina çekdar a Hurasedînê kuştin.

PeyamaKurd – Hêzên Fermandehiya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh (30.01.2025) di êrîşeke asmanî de li bakurrojavayê Sûriyeyê  Mihemed Selah el-Zebir, berpirsekî pilebilind ê rêxistina çekdar a Hurasedînê, kir armanc û ew kuştin.

Di dewama daxuyaniya xwe de CENCTCOMê diyar kir ku êrîşa asmanî beşek e ji dilsoziya berdewam a CENTCOMê ye tevî hevkarên wê yên li herêmê ku armanc jê têkbirina hewildanên terorîstan in li dijî sivîl û leşkerên amerîkî.

Fermandarê navendî yê CENTCOMê amerîkî, Michael Erik Kurilla di heman daxuyaniyê de got:

“CENTCOM dê operasyonên xwe yên li dijî komên terorîst berdewam bike ku parastina welatê me, jiyana leşkerên amerîkî û hevalbendan me dikin armanc.”

CENTCOMê destnîşan kir rêxistina Hurasedînê bi ser El-Qaîdê ve ye.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.