Norwêcê bi gumana sabotajê dest danî ser keştiya Rûsî

Norwêcê bi gumana sabotajê dest danî ser keştiya Rûsî

PeyamaKurd – Norwêcê bi gumana ku li Derya Baltikê sabotaj li kabloya telekomînasyonê kiriye dest danî ser keştiyeke rûsî.

26ê Çileyê li nêzî Girava Gotland a navbera Letonya û Swêdê, kabloya telekomînîkasyonê ziyan dîtibû û bi gumana sabotajê keştiya binavê Vezhen a ala Maltayê li ser hatibû destgîrkirin.

Îro jî polîsê Norwêcê ragihand ku li ser daxwaza Letonyayê, doh bi şev li beravên bajarokê Tromso yê Norwêcê keştiyeke rûsî ya ji St. Petersburgê diçû bajarê Murmanskê ya bi navê Silver Dania hatiye desteserkirin.

Li aliyê din kompaniya Silver Sea a wê keştiyê jî tohmetên sabotajê red kirin ku tiştekî wiha pêk nehatiye.

Hêjayî gotinê ye NATOyê sala borî misyoneke nû bo parastina kabloyên binê behrê yên telekomînîkasyonê li Deryaya Baltikê beravên Fînlanda û Estonyayê dabû destpêkirin.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.