Ji bo sîstema nenavendî û mafên Kurdan kampanyayeke navnetewî hate destpêkirin

Ji bo sîstema nenavendî û mafên Kurdan kampanyayeke navnetewî hate destpêkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin 65 entelektuelên naskirî yên Sûriyeyê ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û azadiyane û misogerkirina mafên Kurdan kampanyayeke navnetewî ya îmzeyan dan destpêkirin.

Ji dîaspora û Sûriyeyê gelek nivîskar, parêzer, aktîvîstên mafên mirovan û fîlmçêkeran piştgirî dan metna kampanyayê ku tê de bi taybetî qala pirsa Kurd tê kirin.

Ajans France Press (AFP) ragihand ku di nivîsara kampanyayê de tê xwestin ku rêveberiya Sûriyê bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re di çarçoveya sîstemeke nenavendî ya rêveberiyê de pirsgirêka Kurd bi rengekî wekhev çareser bike.

Di kampanyayê de ev daxwaz hatin kirin:

Îmzekaran destpêkê ji bo azadiya derbirinê, civîn û baweriyê, ji bo jinûve avakirina azadiya cemaweriyê ya bingehîn, mafê avakirina sendîka û partiyên serbixwe, daxwaz kir.

Di daxwaznameyê de hate ragihandin ku divê sîstemeke siyasî bê avakirin ku gelê Sûriyeyê di oxira wê de rabû ser piyan û bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo dema derbasbûnê jî banga qebûlkirina destûra bingehîn a nû hate kirin ku azadiyê û hilbijartina meclîsa damezrîner a li gorî qanûna hilbijartinê ya wekhev bê pejirandin.

Di nav îmzekarên kampanyayê de kesayetên wekî; nivîskar Faruk Mardam Bey, Samar Yazbek, Mustafa Halife û Yasin El Hac Salih fîlmçêker Hala Abdullah û Waad el-Kataib cî digrin.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.