Brezîlya: Em ê bi heman şêweyê bersiva Trump bidin
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump gotibû ku wê bacên zêde deyne ser malên ku ji Brezîlya îxracî DYAyê dibin.
Li ser gotina Trump, serokê dewleta Brezîlyayê Lula da Silva got ku wê bi heman şêweyî bersiva Trump bidin û malên ku ji DYAyê îxracê Brezilya dikin, wê bacê deynin ser wan.
Lula da Silva, li payîtext Brasiliayê di civîna çapemeniyê de, li ser mijarê axifî. Da Silva got:
“Gelek rehete. Eger ew bacê deyne ser berhemên Brezîlyayê, em ê jî bacê deynin ser berhemên ji Amerîka tên nav Brezîlyayê. Em dixwazin têkiliyên navbera me bi rêz bin. Piştî Çînê welatê herî zêde em pê re bazirganiyê dikin, DYA ye. Em dixwazin têkiliyên xwe bi DYA re pêşde bibin. Ez dixwazim ji DYA re rêz bigrim û bila ew jî ji Brezîlyayê re rêz bigre.”
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.