Hefteya pêşiya me wê pileya germê 6-12 pile dakeve
PeyamaKurd – Rêvebiriya giştî ya kêş û hewayê ya Tirkiyê ragihand ku wê di hefta pêşiya me de germahiya hewayê ji 6 heya 12 derce dakeve û sermayekî dijwar destpêbike. Divê hemwelatî guh bidin agahiyên metorlojiyê.
Li gor ravekirina metorolojiyê; wê germahiya hewayê ji roja 4ê Sibatê an ku roja Sêşemê li deverên bakûr û rojavayê Tirkiyê, di 5ê Sibatê de jî wê li Anatolya navîn û rojhilatê bakûrê Kurdistanê ji 6 pileyî heya 12 pileyî dakeve.
Li bakûr, navend û rojhilatan ku li aliyê Serdehê wê berf bibare, wê bi berfê re cemed çêbibe.
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.