Fînlandiya desteka bi 200 milyon Euroyî ya bo Ûkraynayê tesdîq kir

Fînlandiya desteka bi 200 milyon Euroyî ya bo Ûkraynayê tesdîq kir

PeyamaKurd – Fînlandiya paketa alîkariyê ya ku wê ji Ûkrayna re bike û miqdarê wê 200 mîlyon Euroye, tesdîq kir. Ragihandin ji aliyê serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb de hat kirin. Hem hukumet di şerê Rûsya-Ûkrayna de ragihand ku desteka xwe ya ji bo Kievê dewam dike.

Li ser mijarê wezîrê bergiriyê yê Fînlandiyayê Antti Hakkanen jî got ku divê Ûkrayna sist nebe û bi eksa wê divê xwurt bibe. Hakkanen weha dewam kir:

“Em destekê didin Ûkraynayê da di cephe de jê re bibin alîkar.”

Fînlandiya ji sala 2022an heya niha 27 cara destekê daye Ûkraynayê û temamê desteka wê gihaye 2,5 milyar Euroyî.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.