Di operasyonên Nîjeryayê de 358 kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Wezareta bergiriya Nîjeryayê ragihand ku li hemberê rêxistinên Boko Haramê û baskê DEAŞê yê Afrîka Rojava ISWAPê, di meha Çile de, di operasyonan de 358 terorîstan kuştine. 431 kesan girtine û 249 kesên ku revandibûn da ji malbatên wan pere bistînin, rizgar kirine.
Rêvebirê operasyonên medyayê yê wezareta bergiriya Nîjeryayê Edward Buba di ragihandina nivîskî de got ku di meha Çile de, li deverên cuda li hemberê çete û rêxistinên terorê operasyonên wan dewam dikin.
Li hewza Nahelê, li welatên Nîjer, Nîjerya û Çadê çend sale ku ti carê rewş aram nebûye û di pêşde wê derê dê bibe qada şer û gengeşeyan.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




