Wezîrê Aboriyê yê Îranê Himmetî ji kar hat dûrxistin

Wezîrê Aboriyê yê Îranê Himmetî ji kar hat dûrxistin

PeyamaKurd – Wezîrê Aboriyê yê Îranê Ebdul Nasir Himmetî ji wezîfeya xwe hat dûrxistin.

Parlamentoya Îranê, Wezîrê Aboriyê Ebdul Nasir Himmetî bi hinceta ku li hember pirsgirêkên aborî bêbandor bûye, ji kar dûrxist.

Serokê Meclîsê Muhammed Baqir Xalibaf di televizyona dewletê de ragihand ku ji 273 parlementeran 182 parlementeran deng dane Wezîrê Aborî û Darayî Abdulnasir Himmetî. Bi vî awayî Himmetî ji wezîfeyê hat dûrxistin, ji ber ku ji parlamentoyê dengê pêbaweriyê negirt.

Komek parlamenter li dijî Himmetî ku ji kûrbûna pirsgirêkên aborî berpirsyar dihat dîtin, pêşniyara bêbaweriyê pêşkêşî parlamentoyê kiribû.

Tezkereya bêbaweriyê ya li hemberî Himmetî ku bi xemsariya li hemberî zêdekirina nirxê biyanî û zêr dihat sûcdarkirin, di 19ê Sibatê de bi îmzeya 91 parlamenteran ji bo nirxandinê hate qebûlkirin.

Wezîrê Aboriyê Himmetî ji Tebaxa 2024an vir ve li ser kar e.

 
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.