Netanyahu: Ji bo Filistîniyên li Xezzeyê Xwarinên Belaş Nabe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku li şûna danûstandina qonaxa duyemîn a rêkeftinê ligel Hamasê, wan pêşniyara Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji bo dirêjkirina qonaxa yekem qebûl kiriye.
Netanyahu di daxuyaniya xwe ya beriya civîna lijneya wezîran de got ku ew dixwazin qonaxa yekem a peymanê were dirêjkirin û amaje bi wê yekê jî kir ku ew dikarin êrîşên li ser Xezzeyê ji nû ve bidin destpêkirin.
Netanyahu got ku doh di hevdîtina bi rayedarên Îsraîlî re wan biryar da ku pêşnûmeya çarçoweya Witkoffê qebûl bikin ku tê pêşbînîkirin qonaxa yekem heta meha Remezanê û Cejna Bê Hevîr were dirêjkirin.
Netanyahu îdia kir ku li gor peymana agirbesta Xezzeyê û pevguhertina girtiyan ku bi Hamasê re hatiye kirin, Îsraîl piştî ku qonaxa ewil bi dawî hat wê dîsa dest bi êrîşan li ser Xezzeyê bike û wiha dewam kir, "Ev gotar bi nameyek alî ya rêveberiya berê ya Amerîkayê hat piştgirîkirin û piştgiriya tevahî ya rêveberiya Trump heye.”
"Ji bo Filistîniyên li Xezzeyê xwarina bêpere namîne"
Derbarê biryara rawestandina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê ji îro pê ve, Netanyahu got, "Ez dixwazim tiştekî eşkere bikim: firavîna bêpere namîne."
Netanyahu ji bo destpêkirina demildest danûstandinên li ser qonaxa duyemîn a agirbestê û peymana pevguhertina girtiyan li Xezzeyê, Netanyahu got ku Hamasê pêşniyara Witkoff ya dirêjkirina qonaxa yekem red kiriye û wiha got: "Ji vê sibehê ve me biryar da ku rê li ber hatina kelûpel û materyalan bo Xezzeyê bigirin."





