Çapemeniya Îsraîlê: Îsraîl ji Hegemonyaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê nîgeran e

PeyamaKurd – Îsraîl dixwaze bi Rûsyayê re têkiliyên leşkerî û siyasî pêş bixe da ku hegemonyaya Tirkiyeyê li Sûriyeyê bisînor bike.
Li gor zanyariyên rojnameya Yediot Ahronoth, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çend roj berê sekreterê leşkerî yê xwe Roman Goffman şandibû Moskowê.
Goffman yek ji şêwirmendên herî nêzîk ên Netanyahu tê hesibandin û çavdêriya gelek operasyonên veşartî yên Îsraîlê kiriye.
Li gorî rojnameyê, armanca serdana sekreterê leşkerî yê Netanyahu bo Moskowê, lidarxistina zincîre hevdîtinên girîng ên dîplomatîk û siyasî di navbera serokwezîrê Îsraîlê û rayedarên Rûsyayê de, bi armanca “parastina berjewendiyên Îsraîlê, bihêzkirina pêwendiyan û zêdekirina hevahengiya di navbera Moskow û Telavîvê” bû.
Rayedarên ku ji rojnameyê re axivîn, diyar kirin ku "Îsraîl ji zêdebûna hegemonyaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bi fikar e û dixwaze bi xurtkirina têkiliyên leşkerî û siyasî yên bi Rûsyayê re vê sînordar bike, herwiha tercîh dike ku Şam di bin kontrola Rûsyayê de be, ne Tirkiyeyê."
Di raporê de wiha hat gotin: "Tirkiye dixwaze li herêmên di bin kontrola Ehmed Şera de rêze baregehên leşkerî yên nû ava bike, komên çekdar ên Sûriyeyê perwerde bike û qada hewayî ya welêt ji êrîşên hewayî biparêze. Ev yek Îsraîl ku wî weke metirsiyek li ser ewlekariya xwe bi nav dike, nîgeran dike."
Reutersê li ser zarê jêderên curbicur radigihîne ku Îsraîl bi mebesta sekinîna li hember hewlên Tirkîyê yên ji bo pêkanîna hevpeymaniya ewlekarî bi hikûmeta nû ya Sûrîyê re, daxwaz ji Amerîka kir ku Sûrîyê lawaz bihêle û rê bide Rûsya ku bingehên xwe yên leşkerî li wî welatî bidomîne.





