Baroyên Bakurê Kurdistanê banga rawestandina êrîşên Bendava Tişrînê kir
PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê 12 baroyan bertek ji êrîşên Tirkiyê û çekdaran ên ser Bendava Tişrînê nîşan dan û ragihandin, “Pêwîste sivîl di her şert û mercan de bên parastin.”
Baroyên Diyarbekir, Wan, Semsûr, Agirî, Batman, Îdir, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha û Şirnexê di daxuyaniya hevpar de gotin, di êrîşa dawî de Şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) jî di nav de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û diyar kirin, “Divê sivîl di her şert û mercan de bên parastin”.
Baroyan êrîşa li dijî sivîlan wekî binpêkirineke eşekere ya hiqûqa navneteweyî bi nav kir û ev daxuyanî dan: “Li herêmên din ên Sûriyê êdî jiyan asayî bûye lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din pevçûn dest pê kirin. Di êrişa herî dawî ya li dijî Bendava Tişrînê de hunermendê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) jî di nav de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 15 sivîl jî birîndar bûn. Xwedê rehma xwe li lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar ku civaka Kurd zêde jê hez dike û sivîlên din ên jiyana xwe ji dest dane bike û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Ev êrişa li dijî sivîlan, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Parastina sivîlan a li qada şer, berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Divê li gorî Peymana Cenevre’yê û qeydên hiqûqa mirovhez tevbigerin.
Mirinên sivîlan, zemîna çareseriya bi rêbazên aştiyane dirûxîne û rê li ber travmayên civakî yên cidî vedike. Weke baroyên herêmê yên îmzeyên wan li jêr; ji bo pêşîlêgirtina mirina sivîlan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li aktorên navneteweyî û civaka navneteweyî dikin ku bikevin nava tevgerê.”
Ev nivîs 185 car hatiye xwendin.