Hakan Fidan û Sergey Lavrov di rêya telefonê de axifîn

Hakan Fidan û Sergey Lavrov di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di rêya telefonê de bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re axifî.

Li gor rayedarekî wezareta karên derve ya Tirkiyê ku ji çapemeniya Tirkiyê re ragihandiye; di axaftinê de li ser pêşdeçûnên dawiyê yên herêmê û li ser ewşa Sûriyê axifîne.

Her dû teref behsa girîngiya yekîtiya siyasî ya Sûriyê kirine, wê destekê bidin Sûriyê û bûn hemfikir ku pêvajoya demkî gelek berfireh be.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.