Şandên Kurdistan-Iraqê li Bexdayê civiyan: Naveroka civînê eşkere bû

Şandên Kurdistan-Iraqê li Bexdayê civiyan: Naveroka civînê eşkere bû

PeyamaKurd - Şanda Herêma Kurdistanê û Şanda Iraqê îro li paytexta Iraqê Bexdayê civiyan û li ser pirsa budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hate ragihandin ku biryar bû civîna navbera Şanda Herêma Kurdistanê û Şanda Bexdayê li mala Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên hatiba kirin, lê ji ber hejmara zêde ya endamên her du şandan cihê wê civînê ji bo hotela Bexdayê hat guhertin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên serperiştiya civînê kir.

Li gorî çavkaniyên şanda Herêma Kurdistanê di civînê de ev mijar hatin axaftin:

1.    Hemû pereyê ku Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ji bo 12 mehên sala 2025ê ji bo mûçeyên fermanberan pêdivî divê bê şandin.

2.    Cudakirina lîsta xanenişîniyê ya wan fermanberên îsal ku li jiyê 60 saliyê xanenişîn dibin û wergirtina xelatê 12 mehên xanenişîniyê.

3.    Amadekirina terazûya pêdaçûna mûçeyê meha 12 ya sala 2024an.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.