HRW: Dibe ku ANSyê li Bendava Tişrînê sûcên şer pêk anîbe

HRW: Dibe ku ANSyê li Bendava Tişrînê sûcên şer pêk anîbe

PeyamaKurd – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) ragihand ku êrîşa bi balafirên bêmirov ku di 18ê çileya 2025an de ji aliyê Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ve li dijî ambûlanseke Heyva Sor a Kurd pêk hat, “dibe sûcekî şer be”.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, birîndarekî êrîşa li dijî bendava Tişrînê, di wê ambûlansê de bû ku hedef hatiye girtin.

Hiba Zeyadîn, lêkolînerê payebilind ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê HRWyê li ser mijarê got:

“Xuya ye ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê û hêzên Tirkiyê bi awayekî aşkere û metirsîdar êrîşên neqanûnî yên li dijî sivîlan û deverên sivîl ji xwe re kirine adet, û vê yekê bi awayekî berdewam pêk tînin.”

Armanc Mihemed (37) yê ji Qamişlê jî derbarê wê êrîşê de ji HRWê re diyar kiriye: “Em bi awayekî aştiyane çûn bendava Tişrînê ji bo ku em li dijî desttêwerdanên Tirkiyeyê û komên bi ser wê ve derkevin ku av, elektrîk û binesaziya jiyanê herêma me hedef digire.”

Li gorî rapora Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bendava Tişrînê ji 10ê kanûna 2024an ve naxebite.

Her weha hat ragihandin ku ji ber ku bendavê ji ber şer û pevçûnan zirar dîtiye, zêdeyî 413 hezar kes li herêmên Minbic û Kobanî ji av û elektrîkê bêpar mane.

Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.