Yekîtiya Ewropa misyona li Deriyê Refahê yê Xezeyê ji nû ve çalak kir

Yekîtiya Ewropa misyona li Deriyê Refahê yê Xezeyê ji nû ve çalak kir

PeyamaKurd – Berpirsa Polîtîkayên Ewlehiyê û Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, ragihand ku YE’yê li Deriyê Refahê yê sînorê Xeze û Misrê misyona xwe ya çavdêriya sînoran ji nû ve daye destpêkirin.

Kaja Kallas li ser hesabê xwe yê medya civakî eşkere kir, ji bo kontrola çûnûhatina deriyê Refah ê navbera Xeze û Misrê wan misyona sivîl ji nû ve çalak kiriye.

Kallas got: "Ewropa ji bo alîkariyê amade ye: Li ser daxwaza Filîstînî û Îsraîlîyan îro misyona YEyê li deriyê Refahê tê bicih kirin. Wê piştevaniya personelên sivîl ên Filîstînê bê kirin û dema pêwîst bû destûrê bide derbasbûna kesên ji Xezeyê tên.”

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.