Ji BCFê li Silêmaniyê 'Projeya Ezîzan' bo zarokên sêwî
PeyamaKurd - Berpirsa Nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) eşkere kir ku wan çalakiyek ji bo 80 zarokên sêwî yên bajarê Silêmaniyê pêk aniye û herwiha 2 hezar û 500 zarok li bajarê Silêmaniyê sûde ji projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wergirtin.
Berpirsa Nivîsîngeha Silêmaniyê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Sirwe Salih got, “Me pêdivî dît ku çalakiyekê ji bo 80 zarokên sêwî yên bajarê Silêmaniyê pêk bînin û wan dilxweş bikin.. Ew çalakî li yaneya siwarbûna li hespan hat kirin û paştir me diyarî pêşkêşî wan kirin.”
Sirwe Salih da zanîn, “Her îro li yek ji mallên Hewlêrê kinc ji bo hemû wan zarokan têne dabînkirin û piştre em bi hev re şîvekê dixwin.”
Berpirsa BCFê got, “Li sînorê bajarê Silêmaniyê du hezar û 500 zarok fêdê ji Projeya Ezîzan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî werdigirin.”
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.