Iraq: Di şerê li dijî DAIŞê de pêwîstiya me bi hevpeymaniyeke navdewletî heye
PeyamaKurd – Wezîrê Derve Fuad Husên got ku Iraq pêdivî bi alîkarîya navdewletî heye ji bo şerkirina gefên mezin ên DAIŞê.
Wezîrê Huseyîn di hevpeyvînekê de ligel kanaleke televizyonê ragihand ku gotûbêjên ligel Amerîkayê derbarê hebûna wan li Iraqê û pêşxistina pêwendiyan berdewam in.
Wezîrê Derve yê Iraqê Husên ragihand ku hikûmeta Iraqê hewl dide Amerîkayê piştrast bike ku biryarên ewlekarî û leşkerî di destê wê de ne, ne yên komên çekdar û ew dê berdewam bin li ser hewlên xwe bo neçarkirina komên çekdar ku çekên xwe deynin.
Wezîr Huseyîn destnîşan kir ku ji bo îstiqrara Iraqê diyaloga navxweyî hewce dike û got, "Di diyalogên me yên ji bo îstiqrara Iraqê de gotûbêjên aqilane girîng e."
Fuad Husên diyar kir ku aramiya Sûriyê rasterast bandorê li ewlehiya Iraqê dike û got, di girtîgehên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de 10 heta 12 hezar endamên DAIŞê hene û eger ew bên berdan wê ev endamên DAIŞê bi cih bibin. Metirsiyeke ewlekarî li ser Iraqê ye û ji ber wê jî ew wê li dijî DAIŞê bin ku di şer de pêwîstiya wan bi hevpeymaniyeke navdewletî heye.